Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Rejîma Siyonîst a bi piştgirîya Amerîka li şerê hovane yê xwe li dijî sivîlên bê berevan bi pêşniyara agirbesteke demkî li hember azadkirina hejmareke zêde ji girtiyên siyonîst, bêyî dayîna garantiyek ji bo bidawîhatina şer û vekişîna hêzên dagirker ji Xezzeyê, manoreke nû ya xapandinê li dar xistiye. bibe sedema bidawîbûna şer.
Çeka berxwedanê di tu qonaxê de nayê muzakerekirin.
Di vê derbarê de Mehmûd Merdawî rêberê tevgera Hemasê ragihand ku me piştî hevahengiya digel grûpên berxwedanê yên din yên Filistînê bersiva xwe li hember pêşniyara vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst amade kiriye.
Rêberê Hemasê teqez kir: Çeka berxwedanê xwîna gelê Filistînê ye û vekişîna ji wê ne mimkûn e. Em ê di tu qonaxekê de li ser çekên xwe û yên çek hilgirin danûstandinan nekin.
Wî her wiha got: Bêçekkirina berxwedanê planeke komplogerî ya tam e ku Rejîma Siyonîst amade kir û Misir tu destwerdanek tê de nebû.
Agirbesta qismî ya li ser av û xwarinê fêlbaziyeke nû ye ji bo temamkirina jenosîda li dijî Xezzeyê
Basim Naîm rêberê din ê tevgera Hemasê jî bi heman mebestê ragihand: "Em careke din amade ne ji bo gotûbêjkirina lihevkirineke berfireh ku bibe sedema agirbesteke hertimî, vekişîna tam a artêşa Siyonîst ji Zîvala Xezzeyê, vekirina dergehan û jinûveavakirina Zîvala Xezzeyê û di dawiyê de ji bo pevguhertina girtiyan bi awayekî cidî."
Wî got: Netanyahu û kabîneya wî ya tundrew li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî, li ser sabotekirina piroseya rêkeftina agirbestê berdewam in û rê nadin her rêkeftinekê.
Basim Naîm tekez kir: "Ev helwesta Hemasê ye û bêyî wê ti rêkeftin çênabe." Her wiha berdêla xeyalên ku Netanyahû bi armanca domandina şer û dirêjkirina şer ji siyonîstan re derdixe pêş dê her kes û bi taybetî jî girtiyên îsraîlî bidin ser milê xwe.
Rêberê Hemasê diyar kir ku lihevkirinên qismî di berdêla av û xwarinê de xapandineke nû ye û hewldaneke ji bo temamkirina tawanên qirkirinê yên li dijî gelê me.
Berî niha Tora Nûçeyan a Qahîreyê ragihandibû ku Misirê ji bo agirbesteke demkî û destpêkirina danûstandinan ku bibe sedema rawestandina hertimî ya şer, pêşniyarek pêşkêşî Îsraîlê kiriye û li benda bersiva tevgerê ye.
Ji aliyekî din ve, El-Erebî El-Cedîd li ser zarê serkirdeyekî Hemasê ragihand ku ew pêşniyara ku navbeynkaran li Misrê ji Hamasê re ragihandiye, nayê qebûlkirin û nayê gotûbêjkirin, ji ber ku ew bi mercê bêçekkirina berxwedanê û nedana garantî û belgeyên bidawîhatina şer û vekişîna tam a rejîma dagirker ji Xezeyê ye.
Rêberê Hemasê ku navê wî nehat eşkerekirin, diyar kir: "Planeke Amerîkî-Îsraîlî heye ku karta girtiyan ji destên berxwedanê derxîne, da ku plana Serokê Amerîkayê Donald Trump ya valakirina Xezzeyê û koçberkirina bi temamî ya niştecihên wê were cîbicîkirin." Bi van astengiyan Trump û Benjamin Netanyahu serokwezîrê rejima îşxalker qedera mehkûmên îsraîlî yên li Xezayê kirin qumar.
Vê çavkaniyê her wiha got: Bi giştî di van demên dawî de gelek pêşniyar ji bo danîna şert û mercan li ser Rejîma Siyonîstî li bara çekên berxwedanê û serkirde û fermandarên wê hatine kirin û ev pêşniyar ne tenê ji aliyê Hemasê ve, belkî ji aliyê hemû grûpên berxwedanê ve tên redkirin. Wek mînak, Amerîka formuleke pêşniyarkirî pêşkêş kiribû ku tenê bi destpêkirina danûstandinên derbasbûna qonaxa duyem a agirbestê re sînordar bû û bi awayekî eşkere behsa ketina rasterast di vê qonaxê de nekiribû, ku tê de agirbesteke hertimî û bidawîkirina şer pêk tê.
Li gorî agahiyan, pêşniyara Îsraîlê ya ku Misirê ji Hemasê re ragihandiye, di nav xwe de serbestberdana nîvê girtiyên Îsraîlî di hefteya yekem a rêkeftinê de ye û herwiha agirbesta demkî ya 45 rojan li dijî ketina xwarin û sitargehê bo Xezzeyê jî heye.
Dawiya peyamê/
17 April 2025 - 10:35
News ID: 1549926

Rayedarên Hemasê bi beyankirina vê yekê ku tevger amadehiya bersiva xwe li hember pêşniyara Rejîma Siyonîst a ji bo agirbestê amade dike, tekez kirin ku pêşniyara agirbesteke qismî li hember av û xwarinê hîleke nû ye û çeka berxwedanê jiyana gelê Filistînê ye û bi tu awayî nayê gotûbêjkirin.
Your Comment